Rûsya li devera Zaporijyayê ya Ûkraynayê xist: 7 kustî

30 June 2024 00:00 0 dîtin
Rûsya li devera Zaporijyayê ya Ûkraynayê xist: 7 kustî

PeyamaKurd – Rûsya bi fuzeyan li başûrê Ûkraynayê li devera Zaporijyayê xist û di encamê de 2 ji wan zarok 7 kes mirin. Di êrîşê de her weha 8 ji wan zarok bi temamî 23 kes birîndar bûn.

Serokê Ûkraynayê Zelenski bang li hevkarên xwe kir da zêdetir çek û sîstema bergiriya hewayî bidin Ûkraynayê. Zelenskiy got:

“Bajarên me û civakên me her roj ji êrîşên Rûsyayê zerarê dibînin. Lê rê hene ku em bi ser bikevin. Divê em terorîstan li ciyên wan îmha bikin. Îmhakirina rampayên fuzeyan, lêxistina şiyanên wan yên fuzeyên menzîldirêj û zêdekirina jimara sîstema bergiriya hewayî ya nûjen.”

Serdozgerê Ûkraynayê Andriy Kostin jî ragihand ku Rûsya bi 2 fuzeyan li deverê xistiye.