Rusya, ligel 2 welatan dest bi tetbîqatan dike

12 September 2022 16:01 0 dîtin
Rusya, ligel 2 welatan dest bi tetbîqatan dike

PeyamaKurd- Rayedarên Enstîtuya Sejongê ragihand ku heger heye Koreya Bakur, Çîn û Rusya, dest bi tetbîqatên leşkerî bikin. Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku heger ev tetbîqata sêalî çêbibe, ev ê di di cîhanê de bibe mînaka yekem.

Ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Başûr Yonhabê ve li ser daxuyaniya enstîtuyê tê gotin ku

“Ji ber qeyrana Ukraynayê, ji bo ku girîngiya jeopolîtîk a herêmê zêde bibe û rikeberiya stratejîk a bi Amerîkayê re berz bibe, tê payîn ku li Nîvgirava Kore ya Çînê, hewila zêdekirina leşkeran û ewlehiyê bê dayîn.”

Di daxuyaniya enstîtuyê de tê diyarkirin ku tê payîn Çîn ligel Koreya Bakur, Rusya û Îranê yên ku welatên dost in, rêyên leşkerî û hevkariya ewlehiyê bibîne.

Di hûrgiliyên daxuyaniyê de tê gotin ku "Tevlîbûna Koreya Bakur a tetbîqata leşkerî ya pirnetew a Rusya û Çînê, dûrî çavan nîn e.”

Koreya Bakur, di sala 1961an de ligel Çînê peymana dostanî û tifaqê çêkiribû ku di rewşa êrîşekê de alîkariya lezgîn a leşkerî ji bo hev û din bikin. Her wiha Koreya Bakur, peymana dostaniyê, ligel Rusyayê jî destnîşan kiriye.