Rûsya: Me ligel Tirkiyê li nêzîkî Qamisloyê dewriyeyeke hevbes gerand

16 November 2019 15:01 0 dîtin
Rûsya: Me ligel Tirkiyê li nêzîkî Qamisloyê dewriyeyeke hevbes gerand

PeyamaKurd – Dewriya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê ya 7emîn ku di çarçoveya rêkeftina 22yê Cotmehê de biryar li ser hatibû wergirtin, îro li nêzîkî Qmişloyê bifrêve çû.

Li gorî zanyariyên Wezareta Berevaniya Rûsyayê, dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li bakurê Qamişloyê hat gerandin. Hat zanîn ku li gundewarên Dirbêsiyê ev cara 4emîn e dewriyên hevbeş yên Rusya û Tirkiyê digerin.

Di maweyê dewriyeyê de wekî dewriyeyên berê, ji bo ewlehiyê helîkopterên rûsî jî beşdarî kirin.

Li gorî agahiyên wê wezareta rûsî belav kirine, di dewriyeyê de 8 wesayîtên leşkerî cî girtin. Di nava karwanê dewriyeyê de wesayîta polîsê leşkerî yê Rûsyayê Tigr û VTB-80 û wesayîta zirxî ya artêşa Tirk jî hebû.

Herwiha hat zanîn ku di dewriyeyê de ji herdu welatan bi wasî 50 leşkeran cî girt.