Rûsyayê ji bo Idlibê bangewazî li Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Rûsyayê ji bo xebatên xalên kontrolê baştir bên meşandin bang li Tirkiyê kir ku piştgiriya wan bike û milîtanan ji wan deveran dûr bixe.
Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan li Sûriyê yê Rûsyayê Ravil Muginov got, ew bi hêvî ku di çarçoveya hewldanên hevbeş ên ligel Tirkiyê, rageşiya li xalên kontrolê yên leşkerî were kêmkirin.
Muginov got, “Em bang li Tirkiyê dikin di vê mijarê de alîkariya me bike. Lewra li vê herêmê (Idlib) xalên wan ên çavderiyê hene. Em hêvî dikin bi hewldanên hevbeş li xalên kontrolê (Suran û Ebu ed-Duhur) karekî berhemdar ligel hev bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin