Salih Muslim: Ji bo muzakereyan divê aliyekî garantor hebe!

30 July 2018 12:37 0 dîtin
Salih Muslim: Ji bo muzakereyan divê aliyekî garantor hebe!

PeyamaKurd- Hevserokê PYDê yê berê Salih Muslim li ser muzakereyên bi Rejîma Sûriyê re daxuyaniyên girîng dan. Muslim got ku hevdîtinên me erênî dimeşin. Lê belê divê aliyekî garantor jî hebe.

Muslim wiha berdewam kir: Hemî dewletên bi Sûriyê re eleqedar in; yên wekî Rûsya, Amerîka û hêzên dî yên navnetewî, dikarin alîkariya çareseriyê bikin. Ev hevdîtinên me ji bo nexşerêyekê, gaveke girîng e. Li gorî agahiyên şandeyê, hevdîtin baş derbas bûne. Em dixwazin ku hevdîtin dewam bikin. Me ji berê de digot ku divê bi Rejîma Sûriyê re pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Lê belê rejîm nêzîkî vê fikrê nedibû. Rejîmê, baweriya xwe bi çareseriya çekdarî dianî.

Li ser Efrînê jî Muslim wiha axivî: “Hinek çekdarên terorîst li Efrînê ne. Wan êrîşî gelê me kirin û kuştin. Efrîn birîna me ye û em dixwazin ku ew birîn were îlackirin.”

Divê aliyekî sêyemîn hebe…

Muslim li ser muzakereyan got ku Rejîm bi erkdarên girîng beşdarî civînan bû. Em bêşert beşdarî hevdîtinan bûn. Lê belê di muzakereyên wiha de divê aliyê sêyemîn yê garantor jî hebe. Em bêşert çûne civînê, lê heke çareseriyek çêbibe, divê şertên her kesî hebin. Me xeber da gelek aliyên navnetewî. Me ji wan xwest ku ew jî bibin çavê sêyemîn. Di rewşên wiha de bi hevdîtinekê çareserî çênabin. Divê gav bi gav em bimeşin. Divê hinek komîte werin avakirin. Komîte wê li gorî nexşerêyê bimeşin.

Di pêvajoyên wiha de wextê ku xebat teqinîn, aliyê sêyemîn (garantor) dikeve dewrê de û careke dî rêyê vedike.