Salvegera enfala Barzaniyan bi besdariya Serok Barzanî

31 July 2018 21:16 0 dîtin
Salvegera enfala Barzaniyan bi besdariya Serok Barzanî

PeyamaKurd - Îro bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî merasima 35emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan li navçeya Barzan birêve diçe.

Di merasimê de hejmarek ji berpirsên partî, hikûmî û kesûkarên enfalkiriyan, herwiha hejmarek ji konsol û nûnertiyên li Herêma Kurdistanê amade bûne.

Piştî ku di sala 1979an Beesê tevahiya hoz û eşîreyên ser bi navçeya Barzanî ve wek Berojî, Nizarî, Mizûrî, Şêrwanî, Dolemerî, Gerdî û welatjîrî bi neçarî veguhastin komlegehan û di Havîna sala 1983an de rêjîma rûxandî hilmeteke desteserkirinê li komelgehên Diyana, Herîr, Behrike, Qoştepe destpê kir û 8 hezar Barzanî  ji temenê 7 salî heta 85 saliyê enfal kirin û bi hezaran jin û zarok bê serî û pişt man.