Îro salvegera Enfala Barzaniyan e
PeyamaKurd – 41 sal berî niha di sala 1983ê de rejîma Beis a hilweşiyayî zêdetirî 8 hezar zilamên Barzanî enfal kirin û piştî wê jî bi çend qonaxan sedan hezar Kurdên din li çend navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê proseya Enfal (Bi zindî çalkirin û bê serûşûm kirin) destpê kir û îro salvegera enfala Barzaniyan e.
Jenosîda Enfala Barzan di 1983an destpê kir. Li devera Barzan ji temenê 11 salî heta 70 salî hemû hatin vegûhestin û piştî wê hatin qetilkirin. Beşek li başûrê Iraqê hatin dîtin. Çarenivîsa beşeke mezin hê jî ne diyar e. Hemû hatin jenosîdkirin.
41 sal berî niha roja 31.07.1983ê bi planeke bi bername, desthilata wê demê ya Iraqê bi fermana Seddam Husên dest bi helmeta ketober girtina Barzaniyan li wargehên Herîr, Quştepe, Behrke û Diyana kir û ew birin çolên başûrê Iraqê û li wê derê bi zindî ew binax kirin û komkujiyek wiha hat pêkanîn.
Du meh piştî wê serokê rejîma Beis a Iraqê Seddam Husên armanca wê tewanê veneşart û bi eşkere ji çapemeniyê re ragihand: “Wan bi tundî cezayê xwe wergirtin û me ew avêtin dojehê ango cehenemê.’’
Li gor pîvan û yasayên Netewên Yekbûyî bi yekdengî roja 12.01.1951ê pejirandiye, komkujiya Barzaniyan tewaneke dijî mirovahiyê û dikeve nav xaneya jenosoidê. Ji ber vê jî li gel tewanên din ên enfal û veguhestina bi zorê ya Kurdên feylî, kîmyabarana Helebçê û enfalê, tewanê kuştin û bêserşûmkirina Barzaniyan jî ji aliyê dadgeha bilind a tewanên Iraqê ve wek tewanê jenosoid hat naskirin.
Piştî sala 2005ê, bi giştî ji 16 dosyayên Kurd, li dadgeha bilind a tewanên Iraqê de, tenê 6 dosya hatine zelalkirin û ew jî: ‘’Kîmyabarana Helebçe, Enfal, Bêserşûmkirina Barzaniyan û feyliyan’’ wek jenosoid hatiye nas kirin.
Herçend dadgeha bilind a tewanên Iraqê roja 03.05.2011ê biryar da ew tewan wek jenosoid bên naskirin jî, lê hikûmeta Iraqê daxwaza lêborînê li kesûkarên qurbanên enfal û Barzaniyan nekiriye.
Enfala Barzaniyan 41 sal berî niha roja 31.07.1983ê pêkhat û 8 hezar Barzanî hatin enfalkirin û heta niha tenê termê 596 kesên enfalbûyî vegerandine goristana taybet a jenosoida Barzaniyan a li Barzanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin