Sanda bazirganên Belçîkî ji bo pêkanîna çend projeyan li Kurdistanê ye

07 September 2021 16:42 0 dîtin
Sanda bazirganên Belçîkî ji bo pêkanîna çend projeyan li Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Şanda bazirganên Belçîkayê serdana Herêma Kurdistanê kir ku biryare di çend sektorên cuda de veberhênanê li Kurdistanê bikin.

Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Belçîkyayê û hevdîtina bi berpirsên pilebilind ên wî welatî re, şandeke bazirganên Belçîkayê serdana Herêma Kurdistanê kir daku çend projeyên curbicur ên bazirganî pêk bînin.

Nûnera Jûra Bazirganî ya Belçîkayê  Jill Suetens ji K24ê re gotiye, ew di sê sektorên cuda de veberhênanê li Herêma Kurdistanê dikin, ji wan jî di warê çandinî û karsaziyan xaniman de.

 Jill Suetens diyar kir: “Xala destpêkê ya van projeyan, vedigere dema Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Belçîkayê kiribû û ligel berpirsên pilebilind ên hikûmeta Belçîkayê civiyabû. Em pir dilxweş in ku ev derfet ji bo me hate peydakirin, da ku verberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Dara Xeyat jî li ser projeyên bazirganên Belçîkî got: “Şanda bazirganên Belçîkayê projeyên xwe amade kirine, ji wan sê xulek ji bo beşdarîkirin û pêşketina jinan di kar de ye. Xuleke din taybet e bi berhemênana berhemên resen ê xwemalî ye, ji bo Herêma Kurdistanê bikare wan hinardeyî derve bike. Xuleke din jî derbarê çareserkirina zibil û paşmayan e û dubare nûjenkirina wan e.”