Sanda Parlamentoya Kurdistanê ji bo Kerkûkê diçe Bexdayê

21 August 2019 17:52 0 dîtin
Sanda Parlamentoya Kurdistanê ji bo Kerkûkê diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Şandeke lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, serdana paytexta Iraqê Bexdayê dike.

Lijneya navçeyên Kurdistanê ya Parlamentoya Kurdistanê doh ji bo amadekariya serdana şandeyeke lijneyê biçe Bexdayê civiya.

Berî niha jî lijneyê gelek raport derbarê rewş û pirsgirêkên Kerkûk, Xaneqîn û Diyale amade kiribû û biryare jî serdana Mexmûr, Şingal û Deşta Nînowa jî bike û raportekî temam derbarê wan navçeyên Kurdistanê de jî amade bike.

Piştî amadekirina raportê, lijneya navçeyên Kurdistanê raportê dê ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re pêşkeş bike û piştî razîbûna desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî dê raport ji Bexda re biçe û ji Parlamentoya Iraqê re jî bê pêşkeş kirin.

Biryarderê lijneya navçeyên Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulnasir Ehmed ji BasNewsê re ragehandiye ku şandeyeke lijneya wan dê serdana Bexdayê bike û naveroka raportê ligel Parlamentoya Iraqê, fraksiyonên Kurdistanê û aliyên peyvendîdar guftûgo bike.