Sa’ûdî Erebistan û Urdin ji agirbesa Sûdanê razî ne

09 March 2024 19:01 0 dîtin
Sa’ûdî Erebistan û Urdin ji agirbesa Sûdanê razî ne

PeyamaKurd – Dewleta Sa’ûdî Erebistanê û Urdinê ji agirbesa li Sûdanê razî ne. Konseya Ewlehiyê ya Netweyên yekgirtî biryarê da ku di meha Remazanê de di navbera çekdarên muxalefetê û desthilata leşkerî ya Sûdanê de agirbes bibe.

Wezareta karên derve ya Erebistanê ragihand ku biryara konseya ewlehiyê ya NY gelek başe û divê rêz li vê biryar û qiymetên xelkê bê girtin. Wezaretê got ku divê dijminahiya navebra xelkê rabe û ji bo çareseriyê ‘Biryarnama Ciddeyê’ bikin bingeha çareseriyê.

Wezareta karên derve ya Urdinê jî di daxwuyaniya xwe de got:

“Bila biryara NY bibe çareseriya krîzê û bibe destpêka rawestandina şer ya ku bi mehaye dewam dike.”

Li Sûdanê piştî desthilat ket destê eskeran, li hemberê eskeran muxalefeta etnîkî geş bû û ji ber leşker soza xwe neanîn cîh û desthilatê nedan sîvîlan, hêzên çekdar yên muxalefetê dest bi şerê li dijî desthilatê kir.