Scholz û Aliyev, li ser gesedanên dawî axivîn

05 October 2023 16:30 0 dîtin
Scholz û Aliyev, li ser gesedanên dawî axivîn

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokomariya Azerbaycanê ve hat dayîn, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz îro bi telefonê axivîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Scholz telefonî Aliyev kir û herdu rêberan li ser mijarên siyasî û dîplomasiyê dan û stendin kirin.

Li gorî hat ragihandin, Scholz diyar kir ku ew wekî Almanya piştgiriyê didin yekparebûna ax û serweriya welatên herêmê û di heman demê de piştgiriyê didin pêvajoya Brukselê ya ku Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê ku Charles Michel dimeşîne û diyar kir ku wan serdana şanda Neteweyên Yekbûyî ya ji bo herêmê erênî dîtine.

Her wiha hat diyarkirin ku Aliyev pabendbûna Azerbaycanê bi rojeva aştiya navçê da xuyakirin û tekez kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya Brukselê.

Li gorî hat ragihandin, Aliyev bal kişand ser alîkariya mirovî ya ku hikûmeta navendî ji Ermeniyên Qerebaxê re pêşkêş dike û got ku ji van niştecihan re di warê koçberî û ewlehiya civakî de xizmetên di cih de hatin dayîn, pêvajoyên qeydkirinê yên têkildar hatin destpêkirin û portalek înternetê ya cuda bi vê armancê hat vekirin.