Serdana sanda Kurdistanê a Bexdayê bo sibe hate pasxistin: Rêkeftin nêzîk e...
PeyamaKurd - Serdana Bexdayê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku gotûbêjan li ser kêşeya budçeyê dikin, hate paşxistin.
Biryar bû îro 23yê Tîrmehê şanda Kurdistanê ji bo rêkeftina dawî ligel Bexdayê bi rê bikeve, lê hate ragihandin ku çûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê ji bo sibe 24.07.2023yê hatiye paşxistin.
Li gorî zanyariyan hikûmetên Iraq û Kurdistanê ji bo rêkeftinê pir nêzîkî hev bûne û dibe ew lihevkirina wan a li ser budçe û şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê were ragihandin.
Herwiha dê Wezareta Darayî ya Iraqê jî îro rênimayiyan derbarê bicihkirina budceyê de bide Wezaretên Hikûmeta Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin