Serkeftina berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden hat pejirandin
PeyamaKurd – Bi awayekî fermî, Desteya Hilbijêran serkeftina berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden pejirand.
Desteya Hilbijêran ya bo eşkerekirina serokê 46an ya Amerîka kom bû, serkeftina Biden ragihand. Bi vê biryarê re yek ji qonaxên dawî yên bo Biden dest bi seroktiyê bike temam bû.
Encamên Desteya Hilbijêran, dê ji Washington ya paytext re werin şandin û ew encam di 6ê Çileyê de dê di rûniştineke Kongresê ya bi seroktiya Cîgirê Serok Mike Pence were piştrastkirin, ku ew dê qonaxa dawî ya bo seroktiya Joe Biden be.
Meha borî Trump diyar kiribû, ger Desteya Hilbijêran serketina Biden bipejirîne, ew dikare dest ji seroktiyê berde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin