Serok Barzanî bi Berhem Salih re kêseyên Hewlêr û Bexdayê guftûgo kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih û şanda Iraqî ya ligel wî kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 19. 9. 2019an pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih û şanda pê re ku ji Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî û hejmarek ji şêwirmendan pêk hatibû kir.
Di civînê de li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat rawestîn û bi taybet mijarên; pirsa budçeya giştî ya sala dahatû ya Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, dariştina yasayan û gef û metirsiyên terorê hatin guftûgokirin.
Herwiha hat xwestin ku dîyaloga Hewlêr û Bexdayê berdewam bike û ji bo çareserkirina koma pirsgirêkan pabendî bi destûrê bê kirin.
Di hevdîtinê de ku endamên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî amade bûn, pêşhatên dawî yên siyasî li ser astê Iraqê û navçeyê jî hatin guftûgo kirin.
Herwiha behsa proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin