Serok Barzanî bi endam û parlementerên PDKê re civiya

27 June 2019 16:51 0 dîtin
Serok Barzanî bi endam û parlementerên PDKê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li gel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlemena Kurdistanê civiya. Serok Barzanî di civînê de got, "Divê endam û nûnerên PDK divê rastgo bin li gel xelk û daxwaziyên wan bigihînin cihên pêwîst."

Di vê kombûnê de, Serok Mesûd Barzanî bo kesên amade gotarek pêşkêş kir kir û ronahî xiste ser erkê dîrokî yê PDK û endamên wê û tekez li wê yekê kir ku nûnerên PDK li Parlemena Kurdistanê nûnerê dîrok û biha û armancên PDKê ne û pêwîst e nûnerên PDK li Parlemanê li asta wê berpirsiyariyê bin ku li ser milê wane û berevanê daxwaz û êş û azarên xelkê Kurdistanê bin

Serok Barzanî teqez jî li wê yekê kir, endam û nûnerên PDK divê rastgo bin li gel xelk û daxwaziyên wan bigihînin cihên mebest û tu demek jî ji muzayedekirin û axaftinên bê kirin ve nêzîk nebin.

Her di vê civînê de Serok Barzanî di derbarê guhertinên dawî yên siyasî ya li asta navdewletî û herêmî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de û pêvajpya siyasî ya Herêma Kurdistanê berçavrûnî û şîretên pêwîst kirin.