Serok Barzanî bi helkefta sersala nû ya xiristîyanên Kurdistanê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna sersala nû ya Babilî, Kildanî, Siryanî, Aşûrî û cejna Akîto pîrozbahî li xelkên kildanî, siryanî û aşûrî dike û dilniyabûnê dide xiristiyanan û radigihîne, Kurdistan welatê wane jî û nabe cih û warê bav û kalên xwe biterikînin.
PEYAMA SEROK BARZANÎ WIHA YE
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî, Kildanî, Siryanî, Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.
Li vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina kultûra pêkvejiyanê û aştî û birayetiya li navbera hemû pêkhatên Kurdistanê dikîn û bi taybetî xuşk û birayên Mesîhiyan ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wane û nabê warê bab û bapîrên xwe bi cîh bihêlin û pêwîste em hemû bi pêkve welatê xwe berev pêşve bibîn.
Hêviya ewe jî dixwazim koçber û penaber bi zûtirîn dem vegerin ser mal û warê xwe yên li parêzgeha Nînowa û navçeyên din. Hêvîdarim sala nû li we pir bê ji xweşî û kameranî û hemû cejnên we bi aştî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin