Serok Barzanî Çarsema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

14 April 2021 00:13 0 dîtin
Serok Barzanî Çarsema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sersala olî ya çarşema sor bi peyamekî li Kurdên Êzîdî pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de desteka xwe bo hemû daxwaz û mafên Kurdên Êzîdî ragihand. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema hatina sersala olî ya birayên me yên Êzîdî ez pîrozbahiyên germ bo we birayên Êzîdî dişînim. Bi sedema hatina çarşema sor inşallah zor û zahmetiyên we bi dawî werin. Hêvî dikim temamê cejn û pîrozbahiyên we di nav aştî û aramiyê de derbas bibin.

Dixwazim bi sedema ku mijara Şengalê çareser nebûye û koçber danegeriyane ser axa xwe û malên xwe behsa endîşeyên xwe bikim. Ez temamê daxwaz û mafên birayên xwe yên Êzîdî destek dikim. Bang li wan dikim da yekîtiya xwe biparêzin.”