Serok Barzanî derbarê êrisên terorîstî yên li Kerkûkê daxuyaniyek da
PeyamaKurd- Şeva borî li bajarê Kerkûkê li pey hev 6 teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 18 kes birîndar bûbûn. Serok Barzanî bi peyamekê êrîşên terorîstî yên li Kerkûkê bi tundî şermezar kirin.
Serok Barzanî li ser malpera xwe ya fermî peyamek belav kir û tê de êrişên terorîstî bi tundî şermezar kirin.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiyeke zêde li şeva pênçşem 30.05.2019 li encama zîncîra teqînekî terorîstiya li bajarê Kerkûkê hejmarek hemwelatî şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî van kirdarên terorîstî şermezar dikîn, serxweşiyê jî li kesukarên qurbaniyên wê rûdana terorîstî dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn bi zûtirîn dem encamderên van tawanan bêne eşkere kirin û bigihînin sizayên xwe.
Armanca terorê têkdana pêkvejiyana pêkhatên Kerkûkê ye û metirsiyekî mezine li ser jiyana hemwelatiyan û bexteweriya xelkê. Ji bo rûbirûbûna êrîşên terorê jî bi taybet li bajarê Kerkûkê pêwîste karên hevbeş û hemahengiyeke tevahî li navbera Hêzên Pêşmerge û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hebê. Ewe jî bi navê nehiştina êrîşên terorê û parastina pêkhatan û vegerandina Kerkûkê li rewşa xwe ya asayî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin