Serok Barzanî derbarê rûdanên li bajarên Iraqê de daxuyaniyek da

02 November 2019 17:59 0 dîtin
Serok Barzanî derbarê rûdanên li bajarên Iraqê de daxuyaniyek da

PeyamaKurd -  Serok Barzanî derbarê rûdanên li bajarên Iraqê  de got ku rewşa niha encama şikestineke 15 salî ye û li ser nîqaşên guhertina destûrê jî diyar kir, “Nabe guhertina destûrê bi paşvekêşiya ji mafên gelê Kurd û pêkhateyên din pêk bê.”

Serok Mesûd Barzanî derbarê xwepêşandanên li bajarê Iraqê û herwiha rewşa wî welatî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

‘Rewşa niha encama şaşiyên 15 salan e’

Serok Barzanî di peyama xwe de dilgiraniya xwe li hember rûdan û rewşa niha ya Iraqê aniye ziman û diyar kiriye ku ev geşedan, “ne yên îro encam û komkerên şaşiyên 15 salan in”.

Serok Barzanî dibêje, “Xelkê êş û janeke zêde kişandiye û mafê hemwelatiyan e ku daxwazên xwe hebin û nerazî bin. Ji bo wê yekê pêwîste gûh bi daxwaziyên xelkê bê dayîn.” Serok Barzanî tekez jî kiriye ku bi tundutîjî û xwînrêtinê pirsgirêk çareser nabin.

‘Eger destûr weke xwe hatiba cîbicîkirin, gelek ji wan pirsgirêkan nedibûn’

Herwiha Serok Barzanî destnîşan kiriye ku yek ji grîftên Iraqê cîbicînekirina destûrê ye û diyar kiriye, “Eger destûr weke xwe hatiba cîbicîkirin, gelek ji wan pirsgirêkan nedibûn ku berê û niha jî hene.” Di peyam xwe de Serok Barzanî dibêje, “Ji aliyeke din ve sedema hûriya rewşa niha yasaya hilbijartinê ye û ji bo nemana sedema girîftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirê daxwaza rastîn û dadperweraneya hemû pêkhateyan be.”

‘Bi raya an jî bi zorê guhertina destûrê nabe’

Derbarê daxwazên li ser guhertina destûrê jî Serok Barzanî diyar kiriye ku, "Bi raya an jî bi zorê guhertina destûrê nabe û diyar kiriye ku tekez kiriye ku nabe guherîna destûrê bibe paşvekêşiya ji prensîbên demokrasiyê û paşvekêşiya ji mafên gelê Kurd û pêkhateyên din.”

Serok Barzanî herweha diyar kiriye ku sîstema demokrasiyê di berjewendiya xelkê de ye û gotiye ku divê her guhertinek jî li ser bingeh û çarçoveya yasa û mekanîzmên destûrê de be.


Xwepêşandanên Iraqê didomin: Di mehekê de 250 kes mirin