Serok Barzanî ferman da: 18 barhilgirên alîkariyê ji bo Duhokê hatin sandin
PeyamaKurd - Parêzgerê Dihokê Elî Teter ragihand ku bi fermana Serok Mesûd Barzanî,18 barhilgirên alîkariyên mirovî ji ziyandarên karesata lehiya Duhokê re hatiye şandin.
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê xebatên pêçandina birînên karesata lehiya Duhokê bi raya giştî re parve kir.
Teter da zanîn ku pêvajoya qerebûkirina ziyanên welatiyên Duhokê û her wiha pakijkirina mizgeft, dibistan û xaniyên Nizarkê û Berojkê û taxên li ser lêvên rûbarê Hişkeroyî didome.
Elî Teter destnîşan kir ku xebatên qerebûkirin û alîkariyê gehiştirne qonaxa dawî û got: "Armanca me ew e ku di zûtirîn demê de ew malbatên ji ber lehiyê malên xwe hêlane vegerin malên xwe.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter di derbarê bihêzbûna lehiya heftiya borî ya li Dihokê pêk hat de daneyan jî ji raya giştî re parve kir.
Teter got: “Di navbera 30 demjimêran de nêzîkî 352 milîmetir baranê li Dihokê bariya. Ez dikarim bibêjim ku barana salekê di dema du roj û şevekê de bi ser Dihokê de bariya. Di dîrokê de, hind baran di demeke wisa kurt de li vê deverê nebariyaye.”
Elî Teter eşkere kir ku ziyaneke pir mezin gihiştiye pire, kolan û avrêjên wan taxên Dihokê yên ku ketine berê lehiyê û got: “18 barhilgirên alîkariyên mirovî ber bi Dihokê bi rê ve ne ku ji kel û pelên nav malê pêk tên û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve pêşkêşî zirardîtiyên lehiya heftiya borî ya Dihokê tên kirin.”
Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Heta niha tenê alîkariyên madî û mirovî yên Serok Barzanî û Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihiştine destê me. Ji bilî wan ti alîkariyên din negihiştine Duhokê. Em daxwazê ji xelkê xwe dikin ku her kesekê bixwaze alîkariya ziryandaran bike, ji bo ku alîkarî bi awayekî rêkûpêk û dadperwer li ziyandaran bêne parvekirin, bila bi rêya dezgehên hikûmetê wî karî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin