Serok Barzanî li gel berpirsên çarçoweya hemahengiyê civiya

04 July 2024 11:54 0 dîtin
Serok Barzanî li gel berpirsên çarçoweya hemahengiyê civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li mala Serokê Tevgera Hikmeta Nîştimanî ya Iraqê Emmar El Hekîm bi Serokên Lijneya Hevrêziyê re civiya.

Piştî xwarinê li mala Hekîm, Mesûd Barzanî li gel berpirsên Çarçoveya Hevrêziyê civiya.

Wî da zanîn ku gotûbêjan demeke dirêj dewam kir û gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.

Mesûd Barzanî doh çûbû Bexdayê. Serok Barzanî li ser berdewamiya hemahengiya di navbera Hewlêrê, bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî û hin serokên partiyan re civiya. Li ser çareseriya hemû pirsgirêkan rawestiya.