Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi peyamekê sersaxî li malbata mezinê şîeyên Iraqê Mihemed Seîd Hekîm kir.
Serok Barzanî, li ser koça dawî ya mezinê şîeyên Iraqê Mihemed Seîd Hekîm, peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,
Bi keserek mezin, nûçeya koça dawî ya mezinê ayînî yê payebilind ayetullah uzma Seyîd Mihemed Seîd Hekîm gihîşt me. Em sersaxiyê didin cîhana Îslamê û lêvegerên mezin û malbata birêz ya Hekîm.
Ji Xwedayê mezin dixwazin sebr û hedarê bide malbata wî û ruhê rehmetî bibe ber rehmeta xwe û bi behişta berîn şa bike.
Înna Lîllah û Înna Îleyhî Recîûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin