Serok Barzanî Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 67 saliya damezrandina "Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê" û "Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê" peyameke pîrozbahiyê weşand û pîrozbahî li herdû Yekîtiyên Qutabiyan û Lawên Demokratên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî bi helkefta 67 saliya damezrandina "Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê" û "Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê", germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî lawan û qutabiyên xweşdiviyên Kurdistanê kir û hêviya serkeftin û paşarojeke geş ji bo wan xwest.
Deqa Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta şêst û heft saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekar) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî lawan û qutabiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û paşarojeke geş ji bo wan dixwazim.
Lawan û Qutabiyan, li destpêka damezrandina rêxistinên xwe ve heta niha, roleke girîng û ber bi çav li karê medenî û rêxistinî da dîtin û ji bilî wê yekê xwendingeha pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û helketî bûne, wekî Pêşmerge jî beşdariyeke bi bandor li tevgera rizgarîxwaziya gelê me da kirine û li vê rêyê da qurbanî û şehîdan jî gorî kirine.
Qutabiyan û lawan, li qonaxên cûda cûda de, xizmeta gel û welat kirine û ruhê bergirî û bawerî bi xwebûnê li nav lawên gelê me de parastine. Niha û paşarojê jî ev çaverêyî li xwendekar û lawên xweşdivî tê kirin ku parêzerê bihayên bilindê gelê xwe bin û bi moraleke bilind û çav vekiriyeke zêdetir, sûd ji amrazên nûyên perwerde û fêrkirinê werbigrin û xwe bi zanist û zanyariyê dewlemend bikin û kadîrê hişyar û bi şiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê perwerde bikin.
Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftineke zêdetir ji bo we dixwazim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin