Serokê Dadweriya Iraqê: Iraq bûye qada tawanên rêxistinên terorê

25 July 2024 16:58 0 dîtin
Serokê Dadweriya Iraqê: Iraq bûye qada tawanên rêxistinên terorê

PeyamaKurd – Serokê Dadweriya Bilind a Iraqê Faîq Zedan ragihand ku rêxistinên terorê Iraq veguherandine qada tawanan ji xwe re.

Faîq Zedan, beşdarî bernameya zêdekirina hevkariya navnetewî ya li dijî rêxistina terorîst DAIŞê bû û axaftinek kir.

Serokê Dadweriya Iraqê got: "Rêxistinê terorê ji sala 2003yan ve Iraq ji xwe re kirine qada tawanan. Ji bo têkoşîna dijî terorê hevkarî pir girîng e û bêyî hevkariyê em nikarin xwe ji vê vîrusê rizgar bikin.”

Zedan diyar kir, "Dadweriya Iraqê di salên dawî de têkoşîna terorê de roleke girîng lîstiye.”