Serokê Dadweriya Bilind a Iraqê: Di hilbijartinan de ti hîle û sextekarî nehat tespîtkirin

11 November 2021 16:31 0 dîtin
Serokê Dadweriya Bilind a Iraqê: Di hilbijartinan de ti hîle û sextekarî nehat tespîtkirin

PeyamaKurd – Serokê Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê Faîq Zeydan derbarê hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê de ku hin aliyên siyasî ji encaman nerazî ne, daxuyanî da.

Faîq Zeydan, ragihand ku ji aliyê yasayî ve ti hîle û sextekariyek di hilbijartinan de nehatiye tespîtkirin.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Faîq Zeydan, ji ajansa fermî ya Iraqê INAyê re li ser êrîşa 7ê Mijdarê ya ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî jî daye xuyakirin, "Lêpirsînên qonaxa yekem derbarê mijarê de berdewam dikin. Hîn rewşeke ku bigihe ber destê darazê çênebûye.”

Zeydan herwiha li ser mijara ku navê wî bo serokwezîrtiyê derbas dibe jî got ku ew gotegotên bêbingeh in.