Serokê Baroya Diyarbekirê ji bo pistgiriya malbata Kurd a Hewlêrî çû Mersînê

14 May 2021 11:58 0 dîtin
Serokê Baroya Diyarbekirê ji bo pistgiriya malbata Kurd a Hewlêrî çû Mersînê

PeyamaKurd – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, ji bo piştgiriya malbata Kurd a Hewlêrî ku li Mersînê rastî êrîşeke nijadperestên Tirk hatibû, çû Mêrsînê.

Li Mersînê, malbateke Kurd a ji Hewlêra Başûrê Kurdistanê, do rastî êrîşa komeke nijadperestên Tirk hatibû. Otomobîla wê malbatê Kurd ku bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê komeke Tirk ve hatibû rawestandin û koma nijadperest, ji bilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrîşî endamên wê malbatê kiribû û ji bilî endamekî din ê malbatê, Muştaq Mehmûd Kerîm bi giranî birîndar bûbû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê tê dermankirin.

Li gor daxuyaniya Baroya Diyarbekirê, şandek bi serpereştiya Serokê Baroyê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketiye ku piştgiriya yasayî bide wê malbatê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û Endamê Lijneya Rêveber a Baroyê Mehdî Ozdemîr, vê sibehê 14/05/2021, ber bi Mêrsînê ve bi rê ketine ku “piştgitiya hiqûqî” bidin wê malbata Kurd.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser Twitterê jî peyamek derbarê bûyerê de belav kir û êrîşa li dijî malbata Kurd şermezar kir û daxwaz kir, “lêpirsîneke bilez” derbarê êrîşkaran de bê kirin û dozgerî jî zelalkirinekê derbarê bûyerê de bide.