Serokê CIAyê li Enqereyê bi Serokê Îstixbarata Rûsî re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku Dîrektorê Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) William Burn li paytexta Tirkiye Enqereyê bi Serokê Îstixbarata Rûsyayê re hevdîtin kiriye.
Li gorî daxuyaniyê hevdîtin li Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê MÎTê hatiye kirin û mijarên xetera çekên nukleerî û girtiyên Amerîkî hatine gotûbêjkirin.
Burns behsa encamên muhtemel ên egera bikaranîna çekên nukleerî bi Rûsyayê re parve kiriye û hatiye gotin ku mijara Ukraynayê nehatiye rojeva hevdîtinê, lê behsa girtiyên Amerîkî yên li Rûsyayê hatiye kirin.
Herwiha ji Konseya Ewlekariya Niştimanî ya Koşa Spî rayedarekî ku navê xwe nedaye, ji Ajansa Anadol a Tirkiyê re daya zanîn ku kanalên ragihandinê di navbera Rûsya û Amerîkayê de vekirî ne û di wê çarçoveyê de hevdîtin hatiye kirin.
Wî rayedarî diyar kiriye ku mijara Ukraynayê bi ti awayî bi Rûsyayê re nayê gotûbêjkirin, lê peyama xetera bikaranîna çekên nukleerî wê bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin