Serokê Çînê, ligel Mîr Salman nirxandina asayîbûnê kir

28 March 2023 13:30 0 dîtin
Serokê Çînê, ligel Mîr Salman nirxandina asayîbûnê kir

PeyamaKurd- Serokê Çînê Şi Jinping, di pêwendiyeke telefonî de ligel Welîehdê Erebîstana Siûdî Mihemed Bin Selman pêşwaziya kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Çînê Şî Cînping îro pêwendiyeke telefonî bi Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Şi got ku asayîkirina pêwendiyên Erebîstana Siûdî û Îranê dê roleke girîng di bihêzkirina yekîtî û hevkariya navçeyî de bilîze.

Li gorî agahiyên ji ajansa Siûdî SPAyê hatin ragihandin, Mîr Salman kêfxweşiya xwe ji "însiyatîfa Çînê ya ji bo piştgirîkirina hewildanên ji bo pêşxistina têkiliyên cîrantiyê" di navbera herdu aliyan de nîşan da.

Ji aliyê din ve duh medyaya Erebistana Siûdî ragihandibû ku Riyad û Tehran xwe ji bo vekirina balyozxaneyên xwe amade dikin û dîplomatên payebilind ên herdu welatan jî dê beriya dawiya meha Remezanê bicivin.