Serokê Herêma Kurdistanê pêswazî li Balyozê Ermenîstanê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Balyozê Giştî yê Ermenîstanê li Herêma Kurdistanê Arşak Manokyan kir.
Di hevdîtinê de Manokyan xweşhaliya xwe bi yekem hevdîtina xwenasandina li gel Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên hemû aliyan bi taybetî yên di warê aborî de li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bi xêrhatinê, hêviya serkeftinê li erkê wî da, xwest û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê pêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel Ermenîstanê ye û derfet û warê veberhênan û sermayeguzariyê jî ji bo kerta taybet û kompanyayên Ermeniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye rexsandin.
Pêwendiyên Hewlêr - Bexda, metirsiyên terorê, pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên ji bo her du aliyan girîng bûn, mijareke din a hevdîtinê bûn ku tê de Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest kêşe û giriftan bi awayekî aştiyane bêne çareserkirin û aramî vegerê navçeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin