Serokê hikûmetê pêswazî li sandeya polîtburoya PDKê kir
PeyamaKurd - Duh îniyê (25.07.2019) Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî polîtburoya PDKê kir.
Di hevdîtinê de şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê pîrozbahî li serokwezîr kir û hêviya serkeftinê bo kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê xwest û amaje bi wê yekê kir ku PDK bi hemû awayekî piştevaniyê li hikûmetê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya şandeya PDKê kir û got, raste PDK li hikûmetê de aliyê piraniye, lê hikûmet pêwîste hikûmeta hemû hemwelatiyan be û xizmeta hemûyan bê cudayî bike û daxwaz kir hemû partiyên Kurdistanê alîkarê hikûmetê bin.
Serokwezîr heman demê de amaje bi serdana şandeya bilind a herêma Kurdistanê ya Bexdayê kir, ku bû sedemê destpê kirina gerekî nû ya guftûgoyên bi armanca çareseriya pirsgirêkan li gor destûrê û maf û erkê hemû aliyekî jî li gor wê li berçav bê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin