Serokê sanayiya bergiriyê Demir: Me teslîmata tankan kir

22 November 2022 23:39 0 dîtin
Serokê sanayiya bergiriyê Demir: Me teslîmata tankan kir

PeyamaKurd – Serokê sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê İsmail Demir got ku di dinyayê de mînake ku tanka piralî an ku fonksiyona wê herî zêde ye hat çêkirin û teslîmê ciyê pêwendîdar kirine. Demir weha got:

“Me teslîmata 6x6 ya Persê ya ku li hemberê mayînê parastinê dike, teslîm kir. Alavên me yên Parsê heya îro ew alavin ku li hemberê mayînên xwurt, li hemberê teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û yên parastina balistik hatine çêkirin, hatine dîzaynkirin. Ji ber di dinyayê de cara ewilî me bipêş xistiye û hilberîna wan em dikin, em serbilindin.”