Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran: 298 berhemên Kurdistanê bo derve têne sandin

29 December 2022 20:33 0 dîtin
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran: 298 berhemên Kurdistanê bo derve têne sandin

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdurehman îro 29ê Kanûnê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku bi giştî 298 berhemên Kurdistanê bo derve têne şandin û 150 berhem jî nîvê pêwîstiyên navxweyî dabîn dikin.

Mistefa Şêx Ebdurehman got, “Heta niha 150 berhem gihîştine wê astê ku %50 pêwîstiya navxweyî dabîn bikin, weke nimûne; şîremenî, berhemên çandiniyê (li gor demsalan), mirîşk, paqijker, alavên avahîsaziyê; wek şîş û çîmento.”

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran amarên berhemên hinardekirî yên Herêma Kurdistanê bo derveyî welat jî eşkere kir û ragihand, li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl 120 molet, li Hacî Omeran 18, li Başmax 22, li Balafirgeha Hewlêrê 5 moletên hinardekirinê hatine dayîn û bi giştî 298 molet ji bo hinardekirina berheman hatine dayîn.

Mistefa Şêx Ebdurehman da zanîn ku berhemên hinardekirî yên çandiniyê, hinar, hirmî, hejîr, tirî û hingiv bo welatên Fransa, Îtalya, Swêd, Brîtanya, Almanya, Kuweyt, Qeter û Îmaratê hatine şandin.

Şêx Ebdurehman destnîşan kir ku 1500 ton hinar, hinardeyî Qeter, Îmarat, Brîtanya û Kuweytê hatine kirin.

Di sektora bijîşkiyê de jî kargeha Awamedica, 13 cûre derman hinardeyî derveyî welat kirine.

Di sektora pîşesaziyê de 16 kargehên rûnê otomobîlan li Herêma Kurdistanê hene ku hinek ji wan berhemên xwe bo bajarên navîn û başûrê Iraqê û welatên Sûriye, Lubnan, Filistîn û welatên Afrîkayê hinarde kirine.

Şêx Ebdurehman got, ava kanzayî hinardeyî Dubey, Brîtanya, Swêd û welatên din jî hatine kirin û di warê avahîsaziyê de jî hejmarek kargehên çîmentoyê li Herêma Kurdistanê hene ku bi hemûyan 15 milyon ton berhemên wan hene û 10 milyon ton bo bajarên navîn û başûrê Iraqê dişînin.