Serokkomarê Iraqê Resîd çû Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Abdullatif Reşid ji bo seredanê çû Kurdistanê payîtext Hewlêrê. Reşîd li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed û ji aliyê parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw de hat pêşwazîkirin.
Sedema seredana Reşîd bi temamî aşkera nebû lê wê bi îhtîmaleka mezin mijar li ser têkiliyên Bexda û Hewlêrê be. Wê Reşîd di asta bilind de bi rêvebirên herêmê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin