Serokomarê Brezîlyayê biryar da vîzeyên însanî bide Ukraynayiyan

01 March 2022 13:29 0 dîtin
Serokomarê Brezîlyayê biryar da vîzeyên însanî bide Ukraynayiyan

PeyamaKurd Serokomarê Brezîlyayê Jair Bolsonaro biryar da vîzeyên însanî bide Ukraynayiyan û alîkariyê bidin wan, da ku herin welatê wan.

Li gor Bolsonaro di hevpeyvînekê de eşkere kir, hikûmeta federal ser vîzeya însanî dixebite.

Herwiha destnîşan kir, hikûmeta federal wê vê hefteyê biryara ser vîzeyan ragihîne.

Serokomarê Brezîlyayê destnîşan kir, ew ê ji bo Ukraynayiyan qebûl bikin çi ji dest wan were bikin.

Li ser pirsa ku ew ê li dijî Rûsya toleyan ragihînin yan ne, Bolsonaro bal kişand ser bazirganiya çandiniyê û diyar kir, ew dikarin zararê bidin welatê wî.

Brezîlya ji bo gubreyan, girêdayî derve ye û Rûsya NPK ya ji nîtrojen, fosfor û potasyumê çêdibe difiroşe wê.