Serokomarê Iraqê bi Joe Biden re civiya

22 September 2021 11:32 0 dîtin
Serokomarê Iraqê bi Joe Biden re civiya

PeyamaKurd – Li New Yorkê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Amerîkayê Joe Biden civînek pêk anîn û di civînê de pêwendiyên dualî, diyaloga stratejî û rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Iraqê, di çarçoveya civînên Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi Serokê Amerîka Joe Biden re civiya û dawî guhertin û pêşhateyên navçe û cîhanê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, her du aliyan herwiha danûstandin derbarê pêwendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîka, rêkarên bihêzkirina pêwendiyan di warên cuda de di çarçoveya diyaloga stratejîk li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û piştevanîkirn li rêkxistina hilbijartinên Iraqê, bi awayekî dadperwerane nirxandine.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê eşkerekirin, Salih û Biden tekezî li girîngiya şerê terorê li hemû navçeyê kirin.

Joe Biden di cîvînê de piştevaniya Amerîka ji bo parastina asayiş û serweriya Iraqê û rûbirûbûna terorê û bihêzkirina aboriya Iraqê nîşan da û tekezî li ser kar û hemahingiya hevbeş di çarçoveya diyaloga hevbeş de kir.