Serokomarê Qerebaxê Harutyunyan bo ser bang li welatiyên xwe yên derveyî welêt kir

15 October 2020 10:49
Serokomarê Qerebaxê Harutyunyan bo ser bang li welatiyên xwe yên derveyî welêt kir

PeyamaKurd - Serokomarê Qerebaxê Arayik Harutyunyan daxwaz ji welatiyên Qerebaxê yên li derveyî welat dike, da ku vegerin welatê xwe û li hember Azerbaycanê çekan hilgirin.

Di peyamekê de Serokomarê Qerebaxê Arayik Harutyunyan yê ku Ermenîstan piştevaniya wî dike û Qerebaxê weke welatekî serbixwe qebûl dike, ji welatiyên xwe yên li derveyî Qerebaxê re dibêje: “Welatê we niha ji her deman zêdetir, pêwîstiya wî bi berevaniyê heye. Tu mafekî we yê exlaqî bicîhiştina welatê we û gorên bavên we û siberoja zarokên we tine ye bêyî parastina wan.”

Harutyunyan ji welatiyên xwe yên li derveyî Qerebaxê ku şiyana wan a hilgirtina çekan heye daxwaz kir ku bilez vegerin Qerebaxê û têkevin şer û da zanîn: “Niha derfeteke bêwêne hatiye pêşiya me ji bo bidestxistina mafên dewleteke azad û serbixwe û me baceke mezin ji bo vê yekê daye. Ev şerê me yê dawî ye û heqê me tune ye ku em jê birevin, reva ji şer jî, nepakî ye.”