Serokwezîr Barzanî, bi Fermandarê Hêzên Îtalî re hevdîtin kir

10 April 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, bi Fermandarê Hêzên Îtalî re hevdîtin kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Fermandarê Hêzên Îtalî yê Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Daniele Pisani pêşwazî kir.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Fermandarê Hêzên Îtalyayê yê Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Stefano Salvadorî kir ku ji ber dawîlêhatina erka xwe, ji bo xatirxwestinê hatibû.

Hat diyarkirin ku fermandarê nû yê ku dê erkê dewir bigire jî di nav şandê de amade bûye û hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê kiriye û hêviya serkeftinê ji bo fermandarê berê xwestiye û pîrozbahî li fermandarê nû kiriye.

Li gorî hat ragihandin, mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalya û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge bûye.

Her wiha hat zanîn ku şanda leşkerî ya Îtalyayê, bi taybetî di warê rahênanê de tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îtalya û hêzên Hevpeymanan ji bo Hêzên Pêşmerge kir.