Serokwezîr Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê digel Konsulê giştiyê wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Her du aliyan di civînê de behsa pêşhatên emnî û siyasî yên deverê, rewşa Îraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê û beşdarî û piştgiriya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Adil Abdulmehdî kir.”
‘KURDISTAN PIŞTEVANIYA ADIL EBDULMEHDÎ DIKE’
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re got, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û ji bo aramiya Iraq û başbûna rewşa aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê piştevaniya serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî dike.
Di civîna ligel şanda Amerîkayê de, herwiha mijarên; danûstandinên aliyên siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên girêdayî rewşa Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin