Serokwezîr Barzanî ji bo pistgiriya berdewam spasiya Almanyayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê îro bi balyozê Almanyayê li Iraqê Ole Diehl civiya û di hevdîtinê de, ji ber dirêjkirina maweya mayîna efserên Almanyayê û piştgiriya bo hêzên Pêşmerge spasiya hikûmet û parlamena Almanyayê kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina balyozê Almanyayê li Iraqê Ole Diehl ku konsûla giştî ya Almanyayê li Hewlêrê Barbara Wolf jî tê de amade bû, rewşa Iraqê û navçeyê hate gotûbêj kir.
Serokwezîr Barzanî spasiya Parlamento û hikûmeta Almanyayê kir, ji bo dirêj kirina dema efserên Almanya li herêma Kurdistanê û bo berdewambûna wan a rahênan û perwerdeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Li ser daxwazên aştiyane û rewa yên xwepêşanderan ên Iraqê jî hat axaftin û serokwezîr Barzanî piştgirî li pêngavên çaksaziyê yên serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Herdu aliyan diyar kir ku pêwîste civaka navdewletî alîkarê hikûmeta herêma Kurdistanê be, ji ber hewandina penaberan û rewşa giştî li navçeyê ya xirab ku wan penaberan berê xwe dane herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin