Serokwezîr Barzanî spasiya pistevaniya berdewam a Fransayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li balyozê nû yê Fransa li Iraqê Eric Chevallier kir.
Serokwezîr Barzanî, pîrozbahî li balyozê nû yê Fransa kir ku li Iraqê dest bi kar bûye û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên dîrokî yên Fransa û Herêma Kurdistanê jî kir û spasiya piştevaniya berdewam ya Fransa li gelê Kurdistanê kir.
Balyozê Fransa jî behsa pêşketina Herêma Kurdistanê kir û pesnê xebatên çaksazî yên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê da û amadehiya welatê xwe jî bo pêşxistina pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Di civînê de behsa pêwendiyên Herêrma Kurdistanê û Bexdayê, hilbijartinê giştî yên Iraqê û şerê li dijî terorê jî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin