Serokwezîr Barzanî, ligel Hadî Amirî civiya

14 August 2022 20:35 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ligel Hadî Amirî civiya

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî kir.

Li gorî agahiyên di derbarê civînê de hatin parvekirin, Serokwezîr Barzanî û Hadî Amirî, di hevdîtinê de rewşa aloz a siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nirxandine.

Hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo dan û stendinan eşkere kiriye û amaje kiriye ku gelek berjewendiyên pêkhateyên Iraqê û yên wan ên hevbeş hene ku ev yek dikare bingeha nêzîkahiya hev û din û çareserkirina pirsgirêkan ava bike.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku Hadî Amirî diyar kiriye, serkirdetiya Herêma Kurdistanê, di hevkêşeyên siyasî yên Iraqê de xwedî risteke çalak e û pêwîst e hemû alî û pêkhateyên Iraqê, rêya aloziyan bigirin û ji bo rizgarkirina Iraqê ya ji vê rewşa metrisîdar, hewil bidin.