Serokwezîr Barzanî serdana mexdûrên lehiyê kir û soza alîkariyê da wan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana mexdûrên lehiyê li Hewlêrê kir û guh da xelkê ziyandîtiyên lehiyê.
Serokwezîr Barzanî li ser medya civakî hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Ez çûm serdana malên zîyanmendên felaketa lehiyê. Min guhdariya pêdawistiyên wan kir û soz da wan ku em ê alîkariya pêwîst bidin wan.”

Doh 30yê Cotmehê li ji ber barana zêde li çend tax û bajarokên Hewlêrê lehî rabû û ziyaneke mezin a madî çêbû ku îro Yekşemê jî jiber paqijkirina bermahiyên lehiyê wekî bêhnvedana fermî li Herêma Kurdistanê hat ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin