Serokwezîr Barzanî vîdyoya karên xwe yên rojane yên li ofîsa xwe belav kir

29 June 2021 17:35 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî vîdyoya karên xwe yên rojane yên li ofîsa xwe belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi vîdyoyekê çalakiyên xwe yên rojane yên dema birêvebirina karûbarên hikûmetê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî girtevîdyoya ku nivîsgeha serokwezîrtiyê nîşan dide li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî belav kir.

Di vîdyoyê de serokwezîr awayê birêvebirina karê xwe yê rojane û pêşwazîkirina li mêvanan nîşan dide.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî bicihanîna erkên xwe yên îdarî wek Serokê Hikûmetê û Serokê Encûmena Wezîran, di vîdyoyê de pêşwazîyê li mêvanên navxweyî, biyanî, zarok û malbatên şehîdan dike.