Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya ji bo Bexdayê de, piştî bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re civiya, seredana serokkomarê Iraqê Latif Reşid kir. Dema Barzanî giha Bexdayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Em hatin Bexdayê. Ji bo ji xelkê me re dahatûyekî baştir û xweştir ava bikin, em amade ne bi hukumeta nû re bixebitin.”
Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re ev cara sêyeme ku seredana Bexdayê dike. Di navbera her dû terefan de gelek pirsgirêk hene ku li serê biaxifin û ji wan re çare bibînin. Berya hukumeta nû were ser kar û Herêma Kurdistanê wê destek bike, xalên ku hukumet xist nav bernama hukumeta xwe û yên ku Herêma Kurdistanê eleqedar dikin ev in:
-Dosya petrol û budçeyê
-Derxistina qanûna xaz û petrolê
-Dayîna mafên hemwelatiyan yên darayî
-Ji bo xala 140 ê avakirina komîta bilind ya ji nûh de
-Avakirina hêzên ji Kerkûkiyan ya ji bo mudaxela lezgîn
-Bijartina meclisa bajarê Kerkûkê
-Bicîhanîna peymana Şengalê
-Tijekirina valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de
-Derxistina qanûna dadgeha federal
-Derxistina qanûna konseya federal
-Mehaneyên mamsoteyên li Kerkûkê yên ku dersa bi Kurdî didin, dewrkirina mehaneyên wan ji bo hukumeta federal
-Li deverên Kurdistanî yên ku arîşe li ser wan hene, destpêkirina xebatên partiyên Kurdistanî li wan deveran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin