Serokwezîra Estonyayê: Putin ji serê bi NATOyê re ditirse
PeyamaKurd - Serokwezîrê Estonyayê Kaja Kallas diyar kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji şerê bi NATOyê re "ditirse".
Kallas di hevpeyvîna xwe ya bi BBCyê re bi bîr xist ku Vladimir Putin demeke dirêj e gefa şerê nukleerî dixwe û divê gefa wî bi gringî bihê nirxandin û got ku "Putin bi van gefan tirsê xiste dilê civakan. Divê em jî li ser wê yekê biramin ka Pûtîn ji çi ditirse. Bi raya minî ew ditirse ku bi NATOyê re bikeve nava şerekî."
Pûtîn di daxuyaniya xwe ya di 13ê Adarê de diyar kiribû ku ew ê bi DYA'yê re bi şer rû bi rû nemînin û gotibû "Lê belê heger pêwîst bibe, Rûsya ji aliyê leşkerî û teknîkî ve ji şerekî nukleerî re amade ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin