Serokwezîrê berê yê Azerbeycanê Suret Huseynov li Îstenbolê wefat kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Azerbeycanê Suret Huseynov dema dihat balafirgeha Îstenbolê, yekser zanîna xwe wenda kir û dilê wî sekinî. Ji ber van sedeman wî bi ambûlansê birin nexweşxana zankoya Medipol Megayê û jiyana xwe ji dest da. Li gor ragihandina nexweşxanê:
“Ji serokwezîrên berê yê Azerbeycanê rêzdar Suret Huseynov îro di wexta siba de li balafirgeha Îstenbolê bi sedema sekna dilê wî û wendakirina zanînê, di ambûlansê de entube hat kirin, bi hewa dayîna pişika wî re birin nexweşxana dewletê ya Arnavutköyê û li wê derê tedbîrên tenduristiyê hatine sitendin. Ji wê derê anîn nexweşxana me ya zankoya Medipol Megayê. Lê di encama mudaxeleya tenduristiyê de jî venegeriya weka berê û canê xwe ji dest da.”
Ji bo otopsiyê cenazê Suret Huseynov birin Tiba a Edlî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin