Serokwezîrê Iraqê, cejina Êzidiyan pîroz kir

16 December 2022 17:30 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê, cejina Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî, li ser rastlêhatina cejina Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Sudanî, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, Cejina Rojiya Ezî pîroz kir. Sudanî di peyama xwe de got,

“Ez, cejina xwişk û birayên xwe yên Êzidî pîroz dikim. Em soza xwe dubare dikin ku dawî li êşên wan bê hanîn û bi serbilindî vegerin û li wê derê di avakirin û car din dariştina siberoja navçeya xwe de beşdar bin.”

Kurdên Êzidî, beriya Cejina Êzidiyan ku wekî “Cejina Rojiya Mezin” tê zanîn, 3 rojan rojiyê digirin û îniya ku piştî vê rojiyê tê, wekî Cejina Êzidiyan pîriz dikin.