Sêx Samo: ‘Divê PKK serê xwe yê ligel Tirkiyê ji Singalê dûr bixe û hêzên xwe vekisîne’

26 August 2020 15:16 0 dîtin
Sêx Samo: ‘Divê PKK serê xwe yê ligel Tirkiyê ji Singalê dûr bixe û hêzên xwe vekisîne’

PeyamaKurd - Şêwirmendê serokatiya encûmena wezîrên herêma Kurdsitanê yê karûbarên êzdiyan Şêx Şamo daxwaz ji PKKê kir şerê li gel Tirkiyê ji Şingalê dûr bixe û hêzên xwe ji deverê vekişîne.

Şeva borî otomobîlekî ser bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku baskeke PKKê ye li Şingalê, ji aliyê balafira bêpîlot a Tirkiyê ve bû armanc û binkeyeke PKKê jî li sînorê Xanesorê hat bombebaran kirin û herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şêwirmendê serokatiya encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Şêx Şamo, piştî bûyerê ji BasNewsê re ragehandiye: “Divê PKK li Şingalê vekişe, ku xelk vegere ser cihê xwe. Mana PKKê li Şingalê derfeta zêdetir a şer çêdike. Ji ber ew li gor xizmeta derekî kar dikin. Rojek li gel Heşdî Şeibî û rojek li gel hikûmeta Iraqê ne. îro jî şerê Tirkiyê û PKKê gihîştiye sînorê Şingalê û xelkê hejar jê ziyan dibîne.”

Şamo got, “Nabe rê bê dayîn ku grubeke PKKê Şingalê wêran bike û bikin qada şer. Divê PKK şer li gel Tirkiyê ji Şingalê dûr bixe û hêzên xwe li Şingalê nehêle, ku li wê deverê zêdetir malwêranî negihe Şingaliyan.”

Şêx Şamo diyar kir, kurdên êzdî û bi taybet jî xelkê Şingalê bûn qurbanê şerê DAIŞê. Di vê demê de jî ji ber rewşa niha li bajar heye, qurbanîbûna wan berdewam e. Nabe rê bê dayîn vê care jî bibin qurbanê şerê navbera Tirkiyê û PKKê û dever bibe qada şer û wiha pê de çû:

“Ew qurbanîdan kêm nîne. rêxistinên civaka navnetewî ji ber hebûna hêzên PKKê û metirsiya şer naçin Şingalê û destê alîkariyê û avadaniyê nagihe deverê.”