SÎHAyên Tirkiyê li Singalê li wesayîta ‘serkirdeyekî PKKê’ xistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Balafirên şer ên bêmirov ên Tirkiyê (SÎHA) li çiyayê Şingalê wesayîteke PKKê xistin.
Li gor zanyariyên destpêkî balafirên bi çek ên bêmirov ên Tirkiyê pêgehên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û otomobîleke wan armanc kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêma Şingalê bo medya Kurdistanê, karwana wesayîtên berpirsê PKKê Serhet Şingalî hatiye armanckirin, lê hîn ew nûçe nehatiye piştrastkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin