Tirkiyê desteserkirina yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê li Singalê ragihand

10 October 2022 11:58 0 dîtin
Tirkiyê desteserkirina yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê li Singalê ragihand

PeyamaKurd – Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) desteserkirina yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê li Şingalê ragihand.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê “Anadolu” ji zarê berpirsên asayîşa wî welatî diyar kir, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) Çiyager Mamhurî ku yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê ye li Şingalê desteser kiriye û biriye Tirkiyê.

Herwiha di nûçeyê de hat eşkerekerin, Çekdar Kaya di sala 2015ê de tevlî kadroyên gundan ên PKK/KCK'ê bû. Di sala 2016an de li herêma Garê kar kiriye û di sala 2017an de li Şingalê ji aliyê PKKê ve hatiye erkdarkirin. Herî dawî jî wek berpirsê lojîstîk li Şingalî dixebitî.

Di nûçeyê de nehat eşkerekiririn ku ew berpirsê PKKê kengî hatiye girtin. PKKê jî heta niha tu daxuyanî li ser vê nûçeyê nedane.